barkirawî barî ẍem ta key le jêr em derde bim

Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 1 Xulek  483 Dîtin
barkirawî barî ẍem ta key le jêr em derde bim
her wekû mecnûn le daxa řû kêw û herde bim
min le deştî çołî ḧesretda ẍerîb û bê kesim
dił wekû keştî esîrî ahî germ û serde bim
min gelê meḧzûn û ẍemgîn û ciger sûtawme
lêw bebar û çaw be eşk û řeng û řomay zerde bim
řojî meşẍûłim be îşî nabecê û karî xirap
ta be key tewbe nekem min da’îme her cerde bim
çak û dawên hełkiraw mecbûrî řenc û piř cefa
ey xuda haware ta key em diłey wek berde bim
dił le daxî be’zê însan da’îme piř derd û ẍem
ta be key ḧîrs û xefet em zêd û me’wa û ’erde bim
lutfîNasnava edebî çiştê bikřê sed swêndî giranit bo exwa
ḧazre bo des biřîn naḧeq nîye azurde bim