ey felek besye xeylê fewtawim

Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 1 Xulek  376 Dîtin
ey felek besye xeylê fewtawim
le însan naçim ewen şêwawim
le xem û çepok dewranî bedbext
derûn piř le êş zûx û zûxawim
diłim piř le derd henasem serde
wek gułî bê aw sîs û jakawim
her wekû heykeł zemaney qedîm
wicûdî bê řoḧ be pawe mawim
em şew zamanim yekcar karîye
ẍem le çwar lawe dewrî lê dawim
kewtûmete gêj beḧrî ẍeme û tem
bedes derdewe giriftar mawim
dił wek teyrêkî esîr û ẍerîb
lutfîNasnava edebî bê xeber mubtelay dawim