ey biray azîz nûrî çawanim

Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 1 Xulek  292 Dîtin
ey biray azîz nûrî çawanim
ger pirsyar ekey wezi’ û jyanim
her ewendeye henasem mawe
eyna wek mirdû dûr le jyanim
be des derdewe ḧałim peşêwe
cewrî dinyay dûn piştî şikanim
gelê bêzarim le cewrî řojgar
le daxan herdem dił piř le janim
bê cêge û me’wa bê îş des betał
peragendey naw kûçe û kołanim
her satê derdê her taw azarê
dûçar û şêwaw zor perêşanim
hemîşe le naw beḧrî xem û derd
mubtelay hezar barî giranim
wek darî ser yał kiz û bê gełam
pabendî dawî çerxî dewranim
lutfîNasnava edebî mijde bê supay xem şikest
sed şukir bo xwa ke şadumanim