’umrêkit wa řabward mam eḧmedî bê xeber

Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 2 Xulek  327 Dîtin
le dêy bîrałk nawçey şwan le kerkûk kabrayekî mam eḧmed naw ebêt; carêkyan nexoş ekewê û kuřekanîş bangî melay awayî eken bo ewey yasîn bixiwênê melaş ke des eka be yasîn xwêndin mam eḧmedîş be kuřekey ełê dû qiznaẍ coy bidenê ba neyxiwênê serim dêşê lutfîş em ẍezełey bo denûsê:
’umrêkit wa řabward mam eḧmedî bê xeber
ḧeyatî xot tewaw kird le xizmetî ga û ker
çendî řenc û cefat dî şiřî û řûtî û řezîlî
çendî le dunyay řoşin be ẍem û be derdeser
çendêkit le dunya dî ewendî tir nabînî
lejêr barî řezałet heta key wa quř be ser
hîç sêberêkit nebû ne bo xot û ne bo kes
’aqîbet wa tewawî wekû darî bê semer
mêşkit çenê betałe bese takey em ḧałe
emcare řû ke dergay xalîqî ḧeyî ekber
tozê ’eqiłit bê hejar bes bide řencî heba
giştî becê emênê wextî hengamey guzer
pênc ferze nwêjit bike zor be şerit û be erkan
awiř dewe be řastî derheq cîran û hemser
bo çî gyanit girane bo ta’etî xudawend
her bo parey camê mast lût edeyte bay seḧer
ger tewbe nekey emin pêt ełêm řast û řewan
řojê ebê egryêy ełêy way eyne almeferErebî
me’yûs û bê beş ebê le mîwey baẍî cînan
be sed ax û waweyla řewan ekirêy bo seqer
nesîḧet bike mindał jin û xuşk û kuř û kiç
ba ewanîş wekû to hîlak nebin řenc xeser
řêgey dîn û ’edałet ḧeq û ḧełał û ḧeram
pêyan te’lîm ke zyad nef’e bo to nek zerer
lutfîNasnava edebî eto ełêy çî suḧbetî be qiset dê
gîskêkî pê çatre le ḧedîsî pêẍember