dax le des cewrî zemane wek filîmî sînema

Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 1 Xulek  459 Dîtin
dax le des cewrî zemane wek filîmî sînema
car be car xoy lêm egořê herwekû şapûrî şa
řojê eyka be wezîr û řojê gêj û bê newa
řojê fasonî leber kird řojê řût û bê kewa
řojê bê şewq û zelîle da’enîşê dił be ẍem
řojê şewqî ser û sîmay herwekû necmî sema
řojê řuxsarî ebînim sîs û bê xwardin û xewe
carêkîş her ew kesase řûy wekû řoj şewq eda
carê jengawî wekû asin le nawî zibił û xoł
řojê eybînim beşewqe řûmetî herwek çira
dwênê xizmetçî û noker bû le dergey ḧakmê
îmřo wa le şane bote serkirdey supa
dwênêke kenasî kołan emřoke bote emîr
pê leser pêy da’enîşê řû beřûy serheng û şa
dwênê řût û bê kiras bû pêm ewt mame xile
îmřo poşte û paredare pêy ełêy xidre eẍa
pareke pyawî zerîf bû çunke parey zor hebû
lutfîNasnava edebî îmřo bê filusî laço lêre tuxwa