dîsan çi řoje le dewranî min

gułî mehcebîn
Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 2 Xulek  445 Dîtin
dîsan çi řoje le dewranî min
eşk be xuř dê le çawanî min
dîsan leberçî diłim piř derde
ahî derûnim henasem serde
dîsan gîrawe şeş derî nerdim
dîsan gîrodey hezaran derdim
dîsan çi base û çîm lê qewmawe
bendî cergî min let let kirawe
dîsan le cewre diłey piř derdim
bo êş û xefet bo řengî zerdim
dîsan hewrekey mîḧnet bebay ẍem
barî be serma meynet û matem
dîsan lêm bote mindałî şîr xor
wirk egrî lêm řojê be sed cor
dîsan awarey deşt û çya bim
le şîn û zarî le waweyla bim
dîsan barî ẍem kewte ser şanim
kulawe řamî diłey buryanim
dîsan zamekey konim hate so
bo bedî bextim kewte hat û ço
dîsan gîrodey ’eşqî leyla bû
dûçarî hezar derd û beła bû
dîsan řûy kirde herde û kohesar
mat û peşêwe le dûrî diłdar
dîsan çawî kewt be gułî mehcebîn
kewte zayełe û hawar û nałîn
řûy řûnakî yar ke lêy beder kewt
biłêsey hełsa wek agir û newt
be tîrî ebroy dulberî xwên xwar
zamim hate êş wekû gestey mar
be dawî zulfî şîrînî zeman
dest û pê û ’eqił gişt le kot diran
lutfîNasnava edebî bałay yar bot bû be sed derd
le giryey derûn henasanî serd