dił le dûrî to şêt û şêwawe

dirextî bextim
Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 1 Xulek  839 Dîtin
dił le dûrî to şêt û şêwawe
xwardinî mîḧnet ẍem û zûxawe
le řeşî çawit řeşe bextî min
wa le quř derçû tal’î dujmin
dostanim ẍem xwar dujmin şade
dirextî bextim zor namurade
ewen řencim da le dunyay řoşin
qet nebû carê fursetêk bo min
destim bigate pencey şimşałit
be dił bigûşim dû lêwî kałit
be wesiłit şad bim yarî şîrînim
bê be şîfay zam û birînim
derdî dûrî to le diłim daye
gyanî şîrînim la wek bełaye
yek dîdenî to karî kird le dił
der naçê taze heta řojî gił
ey şoxî şîrîn ey gułî kwêstan
le perî cwantir askey byaban
sûrî řûmetit şêwawî kirdim
le ḧesret bałat ewa min mirdim
îşarey çawit wa cergî biřîm
cil û bergî xom hemû dadřîm
gerdinî zerdit řûy wa zerd kirdim
le naw ’alem da çon abřûy birdim
ey perî řuxsar bała newnemam
le kuncî ḧesret be tak û tenyam
her çaweřwanim be řoj û be şew
le dûrî bałat dekem şîn û kew
lutfîNasnava edebî çaweřêy çî ekey hejar
bê sûde nałet bes bike hawar