birînî cergim emşew karîye

sîrwanî eşkim
Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 1 Xulek  335 Dîtin
birînî cergim emşew karîye
jîn û jyanim her ẍemxiwarîye
yadî dostanî konem kewte ser
giłpey derûnim her wekû fener
sîrwanî ihşikim be lêławî hat
řojî nîşan dam wek řojî memat
carî xeyałî gifit û goy şîrîn
bałay wek çinar şoxî nazenîn
carî guftarî wek şeker wabû
wek mamz hełat le destim derçû
carî lence û lar wek kotrî yahû
be naz û ’îşwe ehat û eçû
her řojê new’ê mekir û nazî bû
her sat bo yekê hamřazî bû
nazdar û nazk şewçiray şew bû
lêw ał û çaw řeş maneney kew bû
lutfîNasnava edebî binałe to le dûrî leyl
be mislî mecnûn le seḧray duceyl