gerdinî neqşî bilûre sen’etî ḧeq wa ebê

Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 1 Xulek  367 Dîtin
gerdinî neqşî bilûre sen’etî ḧeq wa ebê
her le goşt û xwênî însan şewçira peyda ebê
gerçî mewsûfî ’eqił meşhûrî ’îlim û edebî
yek nezer besye lebo ’aşiq le jîn řîswa ebê
to bizane pêt biłêm ger yek îşaret bo bika
tûşî ’îlley sarîye û derdêkî bê hemta ebê
çawekanî heł hênawe wek şehênî dway neçîr
dił wekû duřacî miskîne le tirsa wa ebê
min le destî xom nîye dił teyre wa kewtûtedaw
her kesê tirbê ewîş wek min leřêy sewda ebê
řû leher şwênê bika wek şîrînî ermen nişîn
’alemî wirdû dirişt piř şořş û ẍewẍa ebê
çarey derdî diłit nakirê be min lutfîNasnava edebî bexwa
řojî eweł bexteket çon bwe îstaş wadebê