nîgay ew şoxe ’eyare diłî kirdûm besed pare

Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 1 Xulek  440 Dîtin
nîgay ew şoxe ’eyare, diłî kirdûm besed pare
derûnim piř le azare, letaw ew lêwe gułnare
le ’eşqî ew perî zade, biroy wek şêrî cellade
diłim ẍemgîn û berbade, ke zułfî çeşnî řeşmałe
demî ẍunçey buharistan, le dûrî yarî çaw mestan
hemîşe payz û zistan, ke pîşem şîn û haware
girane derdî dił bexwa, wekû mecnûnî bê perwa
be da’îm wêł û bê me’wa, hemîşe şêt û pestyare
serim suřmawe lem bexte, birînî derdekem sexte
jyanim tałe lem wexte, çi şoxê neḧis û ẍedare
em şoxe şîrîn qedeme, bo min ke mayey mateme
da’îm le cewr û nałeme, le bo ew çawe be xumare
nemawe xwardin hem xewm, bê řaḧete řoj û şewm
her basî tałî ejnewm, lutfîNasnava edebî lem jîne bêzare