mijdeyan dawe îmřo buhare

Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 1 Xulek  333 Dîtin
mijdeyan dawe îmřo buhare
çîm lew mijdeye bo min zînhare
lem cêgey şadî û bezim û pêkenîn
beşî min her ẍem meynet û qare
zor xoşewîst bûm lay dostanî zûm
êstake bê ’eyb gişt lêm bêzare
ḧepsim be tenha le kuncî tarîk
qise û giftugom lay ’alem ’are
dił wa xoş ekem danîştûy şarim
şar û dêy bo min kuncî mûẍare
çya û deşt û der be guł řazawe
çirîkey bulbul neẍmey diłdare
min pîr û zwîr le xełwetî ẍem
dił birîndarî tîrî řojgare
’alem le xoşî û keyf û seyrane
tenha min nebê her barim xware
lutfîNasnava edebî gişt eřwa xoşî ger tałî
her kirdey çake emênê û dyarî