gyane nazanî diłim zamare

be peykanî tîr
Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 1 Xulek  287 Dîtin
gyane nazanî diłim zamare
birînekey min le dûrî yare
par bû egeřam le deşt û le der
le mangî nîsan eweł behare
gelê nazdaran hatbûn bo geşt
egeřan lenaw guł û gułzare
yek yekyan dyar bû řuxsarî enwand
be ẍemzey ebro kewtine îşare
be peykanî tîr dû ebroy hîlal
dił û cerg sûta buwe sed pare
wek heykel bê řoḧ mawim be pare
cêy tîrî ewe dił birîndare
êsta enoşim şerabî mîḧnet
lutfîNasnava edebî çî ekey çarit naçare