řengî zerd û eşkî çawim derdekem zor karîye

baẍewanî baẍî guł bûm
Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 1 Xulek  544 Dîtin
řengî zerd û eşkî çawim derdekem zor karîye
her wekû sîrwan le çawim seylî eşkim carîye
ger ełê tozê ejîm her wek sefîhî bê xeber
derdî ’îşqe way lê kirdim manewem bê ’arîye
’ar û ’eybim lê mebîne ger le nakes řû ekem
barekem yekcar girane ’îlletî naçarîye
zanîn û ’eqił û kîtabet sûdêkî bo min nebû
řencekem gişt çû be bada bextekem her xarîye
bê semer bû darî bextim tûlî ’umirim řabward
řoj be da’îm derd û zîllet hem şewm bêdarîye
baẍewanî baẍî guł bûm serdemê xoş řambiward
maweyekî kurt û kem bû daxekem yekcarîye
lutfîNasnava edebî xoşî çak ezanê axîret her řût ebê
boye her řût û řezîlî kûçe û naw şarîye