dił dagîrsawe esûtê wek mom

Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 1 Xulek  707 Dîtin
dił dagîrsawe esûtê wek mom
meger her be xom şîwen kem bo xom
toyş le eḧwałim napirsî carê
me’lûm birîndar tîẍî biroy tom
xeyałî řûy to wa leber çawim
le mał ya le der le şax ya le çom
temenna ekem le xuday gewre
arezûmendî dîdarî řûy tom
aramim nîye zor peşêw ḧałim
da’îm piř êşe zamekey besom
leser ta be pê gişt têk şikawe
nemawe taqet le her dû ejnom
çen sałe wek şêt geřîdey seḧram
be qisey ’alem bûme cêgey lom
be ẍemzey çeşimit wa pê kirawim
be siza bijîm ta ew řoj terom
lutfîNasnava edebî waz bêne çît lem xeyałe
meḧałe bo to bête berûbom