ẍembar û derdedarim řeng zerd û lêw be barim

Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 1 Xulek  455 Dîtin
ẍembar û derdedarim, řeng zerd û lêw be barim
dêwaney zulfî yarim, cêy lomey lomekarim
’aciz û dił buryanim, daym xerîk giryanim
dûr le xoş jyanim, hemîşe şîne karim
derdekem zor girane, wêłim lew ser kêwane
eḧwałim perêşane, xomîş le xom bêzarim
bêzarî etwarî xom, ’aşiqî dû çawî tom
da’îma her řenceřom, bê sebir û bê qerarim
bê sebir û bê sikûnim, wa le ḧałî mecnûnim
cerg û dił piřle xunim, dulber nayete dyarim
dulberî bêwefa bû, bo min ẍem û cefa bû
wek darî bê geła bû, le řast řast bextî hejarim
bextêkî neḧis û çetûn, damawim kiz û zebûn
gîrodey çerxî gerdûn, řoj û şew her le zarim
beşim her zar û şîne, le dûrî ew şirîne
deway zam û birîne, zor ḧezîn û bîmarim
lutfîNasnava edebî takey ḧezînî, dił şikeste û birînî
bese xełwet nişînî, were seyrî gułzarim