tîrî ẍemzey wa le nawî cergî minda karî kird
Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
1 Xulek
617 Dîtin
tîrî ẍemzey wa le nawî cergî minda karî kird
her wekû dujmin le piř destî weşan û ẍarî kird
xermenî ’umrî ’ezîzim wa sûtanî bê emel
bextî ’eqił û hoşî têk da řû leseḧra tarî kird
malîkî mułk û ’eqił bû ḧakmî enkarî xoy
her be yek leḧze le nakaw be beła dûçarî kird
wa lenaw tofanî ẍem zistanî sarde be xefet
gîr û pabendim emin ew ’ezmî řwî gułzarî kird
her wekû şîrîn le řeşmał řû le awî ełwene
bê xeber le derdî ferhad fîkirî newbeharî kird
çon lenakaw ẍemzeket řêkewt û day le cergekem
dił be mîḧnet da’îme her şîwen û hawarî kird
lutfîNasnava edebî yarî taze řoyî to becê may ey hejar
her wekû bulbul le benda meylî ser kosarî kird