ey xuda dexîl çîman beser hat

Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 3 Xulek  498 Dîtin
ey xuda dexîl çîman beser hat
asayş nema leser řûy wiłat
yek leḧze xoşî nema le dunya
ẍezeb ebarê le erz û sema
nasyar ya nenas dirişt heta wird
yexey yek egirin hemû destubird
hemûy barî şeř be şeř efroşî
le řeq û kîne hemûy ecoşê
lay xoy musłiman gişt biray dîne
hemûy ummetî şahî medîne
ḧełałyan ekird xwên û małî kurd
dujmin becarê lêşawî ebird
zor bê řeḧmane herwek segî har
bûbûn be agir bo kurdî hejar
gişt dûçar ebû xeta û bê xeta
be agirî zułim wek yek esûta
wiłatyan sûtan çen feqîryan kuşt
çen mizgewt wêran îmamyan ekuşt
çen qur’an sûta ya dira be ba
peře peře bû be dem řeşeba
şar û dêhatyan hemû kird wêran
’alem be carê gişt bû sergerdan
sed hezar nefer hemûy bê xeta
be řojê řewan museyeb kira
bawik le wez’î ewlad bê xeber
mindałîş peragende û derbeder
dayk be tenha wêłî deşt û şax
her hawar eka diłî piř le dax
çen lawî kujraw cêma bebê kes
bû be xorakî şehên û kerkes
çen aware bû lem şar bo ew şar
derûn piř le jan mil keç û hejar
çend pîrêjnan çaw piř le giryan
giřey derûnyan egeyye asman
çen cenaze kewt le deşt û le şîw
çendê nazdaran gişt bûne hetîw
çen afretî cwan le şax û eşkewt
mêrdî kujrawe be bêwejin kewt
hawarî mindał hem jin û extyar
ehat her wekû boqî zar mar
nałey birîndar le deşt û le çoł
giryanit ehat bo kurdî kiłoł
meř çû be tałan mał hemûy wêran
bayeqûş eyxiwênd leser kelawan
day beser kurda le her çwar kinar
beła ebarê wek terzey buhar
boc pirsyar nakey lewey cêmawe
ewane me’lûm giştî kûjrawe
çepokî dujmin le naw şanî kurd
wek neqşî serseng neqşî têda kird
řûy zemîn sûr bû be xwênî kurdan
hezaran derûn ehate giryan
çwar dewrit agir kurdî bê xeber
emca çî ekey hey xakit beser
darudaristan sertapay wiłat
hemûy liq le erz leber mîwe hat
tebarey genim her wekû dîwar
gişt be cêmawe le kurdî hejar
pûş û pawen û hem xele û xerman
bax û dar û řez le şax û kêwan
mekîne û zer’at le deşt û le çem
agirî zor dar sûtanî sercem
mayîn û hêstir manga û bizin û meř
hemûy be tałan biran seranser
em zûłmey emro le kurd kirawe
yeqîn şitî wa qet řûy nedawe
ew kesey heybê tozê bîr û hoş
em ẍedere hergîz naka feramoş
hetakû mawe le çerxî řojgar
diłî qet farx nabê le azar
firmêskî çawî wek řêjney baran
da’îm dête xwar bo kizî kurdan
emca her şîn ke û bo xot binałe
le dest em çerx û em jîne tałe
quř û xak û xoł bike beserda
xem bixo legeł xwênî ciger da
îlahî her xot cêgey hawarî
řizgarman bikey le şîn û zarî
emca řû le xwar sermay zistane
norey buharî qewmî kurdane
umêde le zat xuday bê hemta
ke derdêkî da dermanîş bida
řizgarman bika le beḧrî mîḧnet
hemûy biguřê be řezay řeḧmet
lutfîNasnava edebî em dewreş heta ser nîye
ledway tengane me’lûm xoşîye