dił îmro eka yadî şa’îran
Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
3 Xulek
880 Dîtin
dił îmro eka yadî şa’îran
şa’îranî kurd merdanî zeman
yekem şêx me’rûfNava taybet ewladî ḧeyder
qutbî zeman bû zatî munewer
paşan cizîrîNava taybet û eḧmedî xanîNava taybet
şî’ryan be nirxe wek hî qa’anî
yek baba tahîrNava taybet meşhûr be ’uryan
serqafłey hemû şu’eray kurdan
şî’rî gişt pend û amojgarîye
min biłêm yan na berze û dyarîye
melay bateyîNava taybet û hem feqê teyranNava taybet
nawîyan emênê ta axir zeman
beytyan zor cwane wek xunçey buhar
mayey şanazîn bo kurdî hejar
’elî herîrîNava taybet legeł berdeşanNava taybet
şa’îrî çak bûn le dewrî xoyan
me’rûf řesafî legeł zehawî
xo be min wesfyan nakirê tewawî
mewlana xalîd şay neqşibendî
şî’rî ew take naw şî’rî kurdî
şêx ’ebdureḧman texellus xalîs
murşîdî kamîl gułî mecalîs
yek mela ’umer řencûrî meşhûr
lay gişt dyare le xwar û le jûr
hem ’ebdułła beg meşhur be edeb
beytî şîrîne herwekû řuteb
kwa eḧmedî koř ’eşqî pîrozî
gişt munacate şî’rî piřsozî
daxî derûnim bo melay koyî
bo dîn qeła bû le destiman řoyî
mela xidir naw nalî şarezûr
fexre bo kurdan heta nefxî sûr
şî’rî wek şî’rî ḧafiz û xeyam
piř řemz û me’na şîrîn û betam
yek şêx miḧemed be meḧwî nawdar
manendî kem bû le řûy řojgar
xo medḧî safî qet tewaw nabê
hezar defter û qełemit la bê
ẍezelî xeylî xoş û řewane
lay şu’eray kurd tewaw ’eyane
yek mîrza řeḧîm ye’nî wefayî
hem pyawî dîn bû merdî dunyayî
kwa ḧacî qadir xemxorî kurdan
gelê hewłî da wek merdî meydan
kwa sozî ḧerîq, kwa bêsaranî
kwanî mewlewî merdî nûranî
yek mistefa beg meşhûr be kurdî
cenabî salim, hem legeł ḧemdî
em syane newey saḧêb qiřanin
binaẍey şî’rî kurdî soranin
exter û keyfî manendyan kem bû
ustadî şî’ir û ẍezel bûn herdû
yek mela meḧmûd be bêxud nasraw
feylesûfê bû zor berz û tewaw
şêx necmedîn û melay cebarî
eş’arîyan cwane piř wirdekarî
kwanî esîrî xoş nutiq û guftar
şî’rî herwekû tîẍî cewherdar
yek ’elî bapîr leqeb kemalî
dunyay piř kirduwe şî’ir û meqalî
kwa kake ḧeme meşhûr be narî
kelamî herwek daney mirwarî
yekê pîremêrd, merdî meydan bû
qełemî destî çiray kurdan bû
yek mela qani’, şa’îrê zana
bo berzîy weten zor şî’rî dana
yekê tahîrbeg serwerî cafan
ẍezelî betam zor řêk û řwan
daxtî derûnim bo eḧmed muxtar
şa’îrê çak bû merdêkî namdar
bebê kes kujra le awî sîrwan
kujrawe çiray cafetî û goran
lutfîNasnava edebî çiray toş her ekujêtewe
řojê dê nawit esřirêtewe