bo çî negrêm ser lê şêwawim

Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 2 Xulek  366 Dîtin
bo çî negryêm ser lê şêwawim
le beḧrî xemda gîrode mawim
herçen seyr ekem henasey derûn
agir ber eda le çerxî gerdûn
bo serkirî xom řezîlî hozim
bo mîlletî kurd derûn piřsozim
hemû derbeder bê cê û sergerdan
wêł û bê me’wa le kûçey şaran
dujmin wa leser cêge û mekanî
xoyşî wek merge jîn û jyanî
mindałî bêkes xoy pera gende
řenge zerd û bê naz lêw be bê xende
pirsîm le berd û darî kurdistan
boç wa peşêwin damaw û ḧeyran
boç wa melûl û ḧał peşokawin
boç wa esîrî kelepçe û dawin
boç wa gîrodey çerxî řojgarin
boç wa be carî û le jîn bê zarin
boç wa bê şewq û zewq û şêwawin
boç wa bê hewes kiz û damawin
gişt hatne guftar bezmanî ḧał
wełamyan dawe be dengî zûłał
wityan tû serke îmřo ḧałî kurd
gişt perêşane dirişt heta wird
le kej û le kêw le deşt û le çoł
xwênî kurdane tîkeł xak û xoł
derdî kurd zore nayête beyan
gişt matem zerd û ḧałî perêşan
boye bem core ême xembarîn
le dax em dewre dił piř le zarîn
pêwîste îmro her wek bira bîn
gişt bo yektirî pişt û pena bîn
lutfîNasnava edebî bes biłê xestey mał wêran
bo bêkesî kurd her bike giryan