ey weten bo çî kiz û damawî

Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 2 Xulek  412 Dîtin
ey weten bo çî kiz û damawî
boç wa esîrî boç bend kirawî
boç nema zewq û şewqekey caran
bo çî řeş poşe dêhat û şaran
bo çî bênaze herde û şaxeket
bê geław řûte çem û baxeket
bê deng û çołe mizgewt û dîwan
be pencey zułim jêr û jûr kiran
bo çî negryêm boç nenałênim
le dax em çerxe bo çî bimênim
bo gelî kurde nałe û hawarim
piř êş û derde diłey bîmarim
kwa dêhatekem îmam û muxtar
kwa řa û seyran seday esp swar
kwa gewre kiçan gerdin mirawî
hat û çoy benaz le řêy kanyawî
kwa dengî feqê qesîde û eş’ar
eyan xwêndewe sibey ta êwar
kwa xoşî û neş’ey fesłî beharan
kuř û kiç têkeł eçûn bo seyran
kwa řeney miferman sê çwar be qetar
şimşałî şwan ho hoy cûtyar
kwa dengî sepan le çilley hawîn
kwanê têlekêş kwa şeẍze bestîn
kwa lawekanit wek yûsfî ken’an
her yek be corê xoyan enwan
îsta řeng zerd û gişt lêwbebarin
hemû be derd û xefet dûçarin
extyarekanman řût û řezîln
hemû lêwbebar be wêney dîln
kiras û kurtekî diřaw epoşin
da’îm xwên cerg xoyan enoşin
lutfîNasnava edebî zûxawî cergit binoşe
lemewdiwa bergî syah bipoşe
hetakû çiray kurdan řûn ebê
dujmin leber çaw tûnawtûn ebê