kurde nazanî ke çî řûy dawe

Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 1 Xulek  459 Dîtin
kurde nazanî ke çî řûy dawe
dunya be carê çon şiłejawe
gewre ta biçûk gişt derdedare
her yek be corê be ẍem dûçare
’eqił û şi’ûrit daxwa çon mawe
firmêskî çawit wekû xwênawe?
le hendê cêge biłêsey agir
agirî zordar le agir zyatir
le hendê cêge xwên wek lafawe
çen newcewanan bebê gyan mawe
ewey hejare yek car xurawe
binyadî bê řoḧ be pawe mawe
le hendê cêge her quř pêwane
melek bo ḧałit wa le giryane
çepokî dujmin wek terzey behar
le emû lawe bo kurdî hejar
dexîl be dergat ey xuday gewre
penaman bidey lem çerx û dewre
be şew ’ezabî gurgî nadyar
be řoj gîrodey çengî segî har
řêgey řizgarî le hîç la nîye
ey xuda hawar çareman çîye
xot řeḧmê bikey tenyay firyad řes
çon bo bêkesan her toman hey kes
řebî bo xatir fexrî enbya
řizgarman bikey le şomî sya
lutfîNasnava edebî ba bes bê giryanî bê sûd
řazî be teqdîr xalîqî me’bûd