newroz ewa hat dunya řazawe
Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
1 Xulek
555 Dîtin
newroz ewa hat dunya řazawe
befir û ziqûm û şexte tuwawe
řûbar û kanî gişt kewte xiroş
bulbul exwênê diłî piř le coş
dar û dirextî gwê çem jyawe
çya û deşt û der be guł řazawe
nêrgiz û beybûn, kinêre û nesrîn
yasemen legeł wenewşey řengîn
dar û dewenî ser şax û kêwan
cwan û řazawe wek baxî řîzwan
lem řoje xoşe, lem fesłe cwane
ke řojî cejnî pîr û lawane
’alem gişt mestî seyran û şadî
dûr le cewr û xem hem namradî
yadî newroze û şayî û seyrane
řojî şadîye û cejnî kurdane
řojî tengane wek şêrî jyan
hemû çaweřêyn bo emir û ferman
lawanî weten emřo hoşyarin
bo serberzîy kurd gişt fîdakarin
lutfîNasnava edebî egerçî ’elem mesrûre
bełam diłî to le şadî dûre