cenab şêx meḧmûd ewa koçî kird

koçî şêx meḧmûdî nemir
Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 1 Xulek  306 Dîtin
cenab şêx meḧmûd ewa koçî kird
bo xizmet barî mał’awayî kird
daxêkî gewrey na be cigerda
agirî le dił le derûn ber da
her kes ebînî çaw be giryane
bo koç kirdinî dił perêşane
ew řizgarî bû le derd û meynet
ême maynewe bo ẍem û zîllet
ey çaw biřjêne firmêskî xwênîn
ey dił binałe be dax û be qîn
ey dem hawar ke heta etwanî
biłê, bo weten kwanê şêranî
yek le dway yek bêşeyan çoł kird
mîlletî kurdyan wêł û kiłoł kird
ey kurd binałe bo quř be serî
bo lanewazî bo der be derî
hetakû mawîn ebê damaw bîn
bê qedir û qîmet sûk û bednaw bîn
meř şwanî nema aware ebê
nîwey gurg eyxiwa nîwey edzirê
ya řeb to řeḧmê bikey be ḧałman
řizgarman bikey neşkênî bałman
kurdî damaw û bê kes û hejar
to penay bidey le çerxî řojgar
lutfîNasnava edebî hitakû dinya bimênê
zeḧmete yekê wek şêx bihênê