kurde de hełse wek şêrî lane

Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 1 Xulek  311 Dîtin
kurde de hełse wek şêrî lane
xot derke le jêr çepok bêgane
hetakey mestî cehil û ẍefłetî
seyrî ḧałit ke çen perêşane
le xew řapeře wek şêrî meydan
peyake deway derit merdane
yek bigirin hemû gewre ta biçûk
be sûkî seyrî yek meken gyane
wek bira wabin bo yek piştîwan
le řojî tengî û şeř û meydane
piştî yek bigirin heta etwanin
yek řa û yek fîkir merd û pyawane
bese hetakey xo xorî û nîfaq
hewł û têkoşîn bo to dermane
le hemû barê to be cêmawî
eger hewł nedey małit wêrane
lutfîNasnava edebî bê hûde cewher menwêne
bo xot binałe şêtî zemane