ey kurdî kakim hełsere pawe

Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 1 Xulek  295 Dîtin
ey kurdî kakim hełsere pawe
řojî řunakit wa şu’ley dawe
řunakî bextit tewaw dunyay girt
le şerq û ẍerb wa dengî dawe
estêrey bextit nuqim û bizir bû
êsta wa tîşkî le dunyay dawe
to heste emřo ey şêrî weten
nûstin heta key kurd becê mawe
emca norete ewey kurd ziman
îş û karî xot mexere dwawe
mîllet becarê gişt amadeye
şan be şanî yek ḧeq řawestawe
ewa bang eka cîn heta melek
basî kurd eka be řûy semawe
tû seyrî bike eqwamî cîhan
hîç kesê wekû tû nefewtawe
lutfîNasnava edebî çaweřê řojî şadî ke
felek wa belay kurda bay dawe