kurdistan mijde beyanî dawe

em ẍezełe lepaş beyan name giringekey 11y azarî sałî 1970 wituwe.
Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 1 Xulek  327 Dîtin
kurdistan mijde beyanî dawe
xor leser şaxt gwêçkey kêşawe
seyrî dunya ke le xwar û le jûr
hemûy be yekcar le xew hełsawe
her kes lem řoje sist bê bizane
ew le karwanî mîllet cê mawe
řoj řûnak şewqî da le kurdistan
dûkełî ẍem û ẍedrî pêçawe
çen sałe ke to wa xebat ekey
be cewr û xefet derd û sizawe
darî bexteket wa hatote ber
şine şinêtî bedem sebawe
zor agadar be dujminî nakes
têkî bişkênî û bîxate lawe
piştî yek bigirin ey mîlletî kurd
le her kwêy hen le řûy dunyawe
le bîrtan neçê destim be daman
ew ẍedrey ke wa le kurd kirawe
xizmet bêgane zor bê beqaye
me’lûm xizmet kar her derkirawe
lutfîNasnava edebî bêne yad kirdewey pêşû
derḧeq be kurdan keçî kirawe