bo negrêm min be da’îm dił be zexim û êşewe

Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 1 Xulek  423 Dîtin
bo negrêm min be da’îm dił be zexim û êşewe
ten wekû darî çinare şeq şeqe be têşewe
îmřo esîr û zelîlim kotî dujmin wa lepêm
dwênêke ne’rem ehat manendî şêr le bêşewe
takû îstake le řojî nîweřoda řambiward
îsta řojim lê bizir bû wam le tarîkî şewe
her wekû tajî le řesda řam ekêşê bo neçîr
kamyan to emir ekey çîme le xizim û xwêşewe
botî egirim her wekû kerwêşkî bê xeber lelan
bełkû baxił xom ebînim be parey bexşîşewe
’alemî îmřo esîre gişt be dest etma’ewe
to ebê çî bikey hejar wa bew diłey piř êşewe
lutfîNasnava edebî lomey kê ekey zyad le ’alem her etoy
lay dunyat çak û wêran kird to le say derwêşewe