dił le dûrît wa dyare meylî giryanî heye

Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 1 Xulek  776 Dîtin
dił le dûrît wa dyare meylî giryanî heye
hewrekey mîḧnet ehat û tawî baranî heye
wa le şax û çoła xewtû çaw be eşk û dił be ẍem
îmřo řojî şayî kurde keyfî şaranî heye
zor le mêje tê ekoşî kake to bo xakeket
dił umêddare ke emcar fîkirî caranî heye
řûm nebû min dabnîşim têkełî wecbey řefêq
wa ezanim îmřoke dił meylî xendanî heye
darî bextim řû le wişkî, řoj be řoj her kiz ebû
îmřo çûzerey dyare řojî nîsanî heye
xadîm û cagîr mebe ey kakî xom bo hîç kesê
’alemîş wek to bû emřo gişt girîbanî heye
lutfîNasnava edebî baẍî emelî to hate ber çaw hełbiře
her le sayey ḧemdî xwawe teyrî xoş xwanî heye