sefer seferme sefer yekcarî

bo şarî xamoş
Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 1 Xulek  607 Dîtin
sefer seferme sefer yekcarî
bo şarî xamoş nedî û nedyarî
yekcar bêzarim peşêwe ḧałim
řûzerd be xomim heres be małim
defterî syam bo dête meydan
ewca çen xoşe şîwen û nałan
kirdewey çakem keme le dunya
eweyş kirabê zorî bo řya
tawekû biłên fiłan kes başe
ta şûşey ’umirit eda be taşe
firyay xot kewe řû le mewla ke
daway lê xoş bûn le lay xuda ke
beḧrî keremî zor bê payane
řeḧmî ew layeq gunahkarane
minîş gunahbar řû zerd û zwîr
çwar pel bestiraw be wêney esîr
gîrodey dawî pîrî û extyarî
xisûs çen derdî nedî û nedyarî
taze min çî bikem çîm desełate
çi cêge egrê em munacate
wextî mirdine xanem wêrane
barî gunahim yekcar girane
lutfîNasnava edebî diłeket zor bê qerare
řeḧmî xudawend bo gunahbare