ey dił řapeře şînê berpa ke

xakî řehguzer
Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 1 Xulek  350 Dîtin
ey dił řapeře şînê berpa ke
xakî řehguzer beser xota ke
heta etwanî be řoj û be şew
řî řica bigre le derganey ew
gunahit zore le ḧed çwe der
pena her beto bînay dadger
pişt bibeste be řeḧmî xuda
řû bimałe xak be tirs û řica
be xwardin û xew řoj mebere ser
’umir biçwêne be tirs û xeter
xak beserda ke wek bira mirdû
dunya namênê ne bo min ne tû
zîkir û ’îbadet mayey îmane
terkî ḧeram û diro û buhtane
serf ke ’umir le kirdey şîrîn
qet meke hawřê pyawî kem dîn
çawçinok meye tema’ kar řezîl
bo cîfey dunya xot meke zelîl
bergî qena’et bikere berit
tacî serbestî binê ser serit
lutfîNasnava edebî derdeket zû bike derman
ba le qyamet nebî dił giran