pena be dergat şay xîr albişir

Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 1 Xulek  396 Dîtin
pena be dergat şay xeyru albeşerErebî
le dunya û ’uqba her xotî řaber
egerçî zore curim û gunahim
le xizmetbarî min řûsyahim
heta gerdinim naw beḧrî ’usyan
řicam qebûł ke destim be daman
xot şefî’im be ey ’alî meqam
çunke sertapa min ẍerqî xetam
bełku le sayet ey nûrî beser
bigem be meram le řojî meḧşer
barî serşanim gelê girane
derdim kuşnide bebê dermane
gunahim zore bê ḧed û ejmar
gelê melûlim bo řojî pirsyar
weha şêwawe şi’ur û hestim
debînî da’îm wek gêj û mestim
defterm syah zor şermezarim
çaweřêy řeḧmî perwerdigarim
meger her be xoy řeḧmê binwênê
řizgarim bika û xemê nemênê
egîna lutfîNasnava edebî zor perêşane
bo ḧałî zarî her le giryane