be firyam kewe ey yezdanî tak

Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 1 Xulek  348 Dîtin
be firyam kewe ey yezdanî tak
lem jîne gelêk peşêwim xemnak
hemû şit lay to be kunfeyekun
detwanî cîhan bikey ban û bin
hezaran hezar core řuḧ leber
dirustit kirdo le beḧir û leber
minîş ’ebdî tom hejar û damaw
tîmar ke derdim ey bînay çaw
takey bem core em jîne tałe
azar biçêjim emin bem ḧałe
sebrî eywibim le kwê bû qurban
hîç şitê lay to xo nye penhan
pêman ’eta ke qetreyê řeḧmet
lutfîNasnava edebî denałî naw beḧrî mîḧnet