leser cê nasaẍ we’dey seferme

Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 1 Xulek  305 Dîtin
leser cê nasaẍ we’dey seferme
sefer yekcarî řû le xeteřme
derdî mirdine wa cestemî girt
ełêy agire le naw cigerme
e’zam esûtê wek kûrey agir
heway ’izra’îl wekû sêberme
hîç gwê nademe giryanî mindał
çunke xefetî mirdin le berme
ezanim emirim řizgarim nîye
wekû çolekey çingî seqerme
jin bo mareyî nûkenûk deken
mela be temay kewa û mêzerme
kuřekan hemû ełên bawkeřo
ḧazre bo beş meř û ga û kerme
kwêr û şel bîstyan hemûyan hatin
êsqan ekirê boy bem germawgerme
seg û pişîle kewtine hatuçû
bo kertê êsqan ya parçey çerme
minîş daxił bûm be jêr ew xake
sa xuda nawit wîrdî seḧerme
lutfîNasnava edebî ta mawî xak be serda ke
biłê penay ḧeq xeyru almeqerimErebîe