fikir le kirdey xalîqî yezdan

Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 2 Xulek  326 Dîtin
fikir le kirdey xalîqî yezdan
bikerewe to, hey xane wêran!
bizane çî bû emsał le dunya
tenha yek mangî te’xîr bû baran
gyan leber bê xwên taqetî biřa
dił ’alem bay xward wekû jêy kewan
mîllet dił teng bû şêwa be carê
hemû esûřan çaw piř le giryan
zewî wişk bû dirext û gya
bonî xwên ehat le erz û asman
le taw birsêtî hemû ḧeywanat
sîs û lawaz bûn mirdin le birsan
gunah xomane hemû dûçarîn
te’sîrî kirduwe le gişt bestezman
le beḧrî kerem xudayî kerîm
kirasî tazey kirde ber cîhan
baranî řeḧmet le her çwar kinar
hênay be carê beserya řijan
kurdîne tuxwa qet ẍafił mebin
le şukir û zîkirî xalîqî yezdan
řoḧî zî řuxan gişt le xeter bû
ewa řeḧmî kird padşay mennan
şew û řoj be dił zîkirî xuda ken
qet tewaw nabê nî’metî řeḧman
her kes emîn bê le mekirî xuda
me’lûme her ew le qelbî ḧeywan
le her dû dunya bê beş û řû řeş
le meydanî ḧeq ewe mał wêran
ne des berdar be to le řeḧmetî
ne emnîş be le keydî cîhan
lutfîNasnava edebî binałe bo xot berdewam
bełkû ’efût ka padşay řeḧman