ewa koçî kird mangî řemezan

Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 1 Xulek  421 Dîtin
ewa koçî kird mangî řemezan
ew kesey xwardî ew bû peşîman
bê beş le xeyrî řojû bû ew kes
ew řenc xesar bû le her dû cîhan
cejne ewa hat be xoş û şadî
yaxwa be xêr bê cejnî musłiman
xwaye be şeref ḧezretî řesûł
emin û asayş boman key nîşan
ewendey twanîm hewłim tyadawe
be wîrd û nwêj û xwêndinî qur’an
gerçî gunahim wek çya waye
bełam řeḧmî to bê ḧed û payan
desełat le des bende çî heye
ẍeyr řica kirdin le dergey yezdan
xozge bew kesey ekewête ber
şefa’etî em mangey řemezan
meẍfîret bo ew dête xwarewe
ser berz û dił xoş le herdû cîhan
min mał kawlim zor bar giranim
le emir û nehî zorim hen nuqsan
lutfîNasnava edebî bigrye mexew řoj û şew
binałe bo xot şew heta beyan