diłe şîwen ke şîn bikere ber
Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
1 Xulek
739 Dîtin
diłe şîwen ke şîn bikere ber
xot bike be xak, xak bike be ser
bo xot binałe hetakû mawî
le mał û çoł le deşt û le der
bigrye bo xot dunyat le des çû
katî mirdin hat way eyne almeferErebî
nazanî dawî mergit çi core
wek teyrî hejar le daw bê xeber
aye be sûtan weya xo xinkan
weya be naḧeq kujrawî bê ser
ebê her biřoy çarit na çare
temenî cwanî ewa çuwe ser
emca be řastî řû bike xuda
hawar ke dexîl xalqî ekber
cêy hana û hawar le her dû dunya
be řastî her toy bînay dadger
řoj û şew be taw mirdin dê bo lam
yekcar etirsim le řêy piř xeter
taze min çî bikem çîm desełate
pena be dergay seyîdî serwer
ejnom şikawe le jêr barî ẍem
le tirs û dehşet le řojî meḧşer
le pirsyarî ḧeq wełamim çîye
her xot ’alîmî le ḧałî beşer
nemamî tewbe le dił biřwêne
be nawî xuday gewre dête ber
lutfîNasnava edebî ezanî barit girane
ḧubbî dunyayî le dił der ke der