îmřo legeł çen kesê çûbûyne alî beyan

em dû kese ’alîmin
Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 1 Xulek  565 Dîtin
îmřo legeł çen kesê çûbûyne alî beyan
bo te’zê muḧemed emîn û dîdenî xizmekan
wextê çûyn û dabezîn kobûynewe çen ’eşret
’alem gişt komeł bûbû der û jûr û dîwexan
wekû hêlaney mêşheng beyekda ehat zelam
kes agay le kes nema wek řojî axir zeman
’alîman danîştibûn legeł kwêxa û aẍakan
ḧedîsyan exwêndewe lebarey dîn û qur’an
bełam nutqî dûkesyan ẍayeten be neş’e bû
yekê melay qulî beg ewî dî mela kîjan
qur’anêkî danabû mela kîjan ke eyxiwênd
destûrî şarî kerkûk eyxiwênin leser qebran
ew řoje zanîwme min em dû kese ’alîmin
ewanîş wa ledes çûn kewtine ’eşretî şwan
carcarê dengê ehat zatêkî xawen hîmet
ger naynasî pêt biłêm meşhûre mam řemezan
lutfîNasnava edebî to xerîkî çît şî’rekanit zor cwane
bełam minîş zanîwme xotîş yekêkî lewan