ey dił bêzarî le jîn da’îmen meşẍûłî şîn

Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 1 Xulek  580 Dîtin
ey dił bêzarî le jîn, da’îmen meşẍûłî şîn
besye ta key her girîn?! carê aw, carêkî xwîn
dił birîndarî zemanim, xermenî ’umrî sûtanim
derbeder tałe jyanim, cerg û dił bote birîn
wekû xwêne awî çawim, xom wekû keştî ser awim
tab û taqet lê biřawim, mirdinim çatir le jîn
çatre merg lem jyane, bûme cêy taney bêgane
wam le zumrey fasîqane, řûsyay ber destî dîn
şermezarî lay řesûlim, boye ẍemgîn û melûlim
le kirdey xom naqebûłim, sed dexîl şay murselîn
şahî cem’î enbyay, xoşewîstî zatî xway
şafî’î řojî cezay, haware şahî medîn
her to şahî ens û canî, xatemî pêẍemberanî
cêy muradî ’asyanî, xelqetit ayey mubîn
medḧî to ayetî qur’an, xawenî mu’cîze û burhan
ey eşrefî herdû cîhan, xotî řûnakî ser zemîn
nawî to yasîn û tahe, bo umet pişt û penahe
lutfîNasnava edebî xawenî gunahe, toy şifî’ alimzinbînErebî