ey birader çî bikem diłim piř buwe le ẍem

Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 1 Xulek  591 Dîtin
ey birader çî bikem, diłim piř buwe le ẍem
şadî le diłda nîye, ger epirsî zor û kem
xeyałî fîkirî dunya, dił efřê le hewa
fîkirî axîret becarê çote derecey ’edem
’eceb ’eqił û şi’ûrit, lela nemawe kake
qet fîkirê nakey eto, le emrî xuday e’zem
bese to bîrê bike! ey řû řeşî řû syah
çendî meẍrûr û bê hoş, natirsî le cehenem
ḧeya ke lew xudaye, bê hemta û bê şerîke
xalîqî erz û asman, beheşt û baẍî îrem
tewbeke zû firsete! ecel da’îm ḧazre
le bin gwêy hemûman, be zûlcelalî qesem
lutfîNasnava edebî to dexałet ke, be dergahî ew kese
ke xoy xeyru alnebîErebîye, ummetî xeyral’ewmemErebî