ew kesey meḧkûmî destî nefis û şeytan bê minim

ger ebîsin dengî giryan
Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 2 Xulek  687 Dîtin
ew kesey meḧkûmî destî nefis û şeytan bê minim
fasq û ’asî le ummet şahî cîhan bê minim
řambiward ’umrî şebabim bew heway nefsî denî
dił be dax û mał wêranî řojî meydan bê minim
bê mû’în û dest gîr û bê řefîq û bê ’emel
tûşî seḧrayî ’edem çoł û byaban bê minim
kewtine řêgey ḧeq û řêgey selamet xizmekan
tewbebê ya řeb ewey her koł be ’usyan bê minim
ba le layan aşkira bê ’alemî ser řûy zemîn
ba bizanin zyad le xełkî ehlî nîran bê minim
ger ebîsin dengî giryan wextî şew û nîweşew
ew kesey bo ḧałî qebrî zor perêşan bê minim
musteḧeqe jengî dił bo qetreye řeḧmet xuda
řoj û şew her çaweřwanî řeḧmî yezdan bê minim
řûm nîye hergîz biłêm min nesłî ew pêẍemberem
dûr le basî şer’ û ’îlim û dîn û îman bê minim
meylî nefsim ḧazre her da’îma bo lay gunah
ya řesûlełła dexîle des be daman bê minim
xak û xoł kem ca be serda ser le bo kwê hełgirim
layeqî giryan û şîn û dad û efẍan bê minim
lutfîNasnava edebî bo çî wa zwîrî dił bide řeḧmî xuda
her biłê herdem umêdî ’efwî řeḧman bê minim