ey çaw biřêje eşkî xefet bar

Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 1 Xulek  628 Dîtin
ey çaw biřêje eşkî xefet bar
firmêskit ba bê wek seylî behar
qafłey řefîqan da’îm beřêwen
le beř û beḧir le deşt û le şar
hergîz nawestê wext û bê wext
nobey hat eřwat bê ẍem û ẍembar
her çen îş û kar xeyałî zor bê
ebê cêy bêłî kes naybê řizgar
hîç mołet nîye herçen řica key
lêm geřê mawe tozê îş û kar
şûşey ’umreket wa be destewe
şeqey lê hełsand day le sengî xar
lutfîNasnava edebî bizane zorit nemawe
řû le xuda ke her biłê hawar