way peşîmanim ledaxî kirdewey neḧis û xirap

Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 1 Xulek  1119 Dîtin
way peşîmanim ledaxî kirdewey neḧis û xirap
dił enałênê le tirsa herwekû çeng û řubab
cisim û canim têk şikawe taqetî wa lê biřa
řû le axîr wa eřom û nîzîke řojî ḧîsab
mezre’ey gunahî min ḧed û ḧîsabî qet nîye
kake çî bikem min le tawî meḧşer û řojî ’ezab
hełse zû be takû mawe pênc û dû řojî ’umir
tewbeyê řastî bike û hem řû kere dergey sewab
pişt le dunya ke hejar taze be to çî mułk û mał
pareyekî bo nekird eskender û efrasyab
çon be bêbakî û sefahet řat bward ’umrî ’ezîz
taze řoyî çû le destit ’umrî gencî û şebab