babetî4

me’nay kesbî eş’erî
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 1 Xulek  602 Dîtin
be dił ḧazir be eger to danay
tałbî dîn û ser řiştey dunyay
ta me’nay kesbit bo bikem beyan
leser teqrîrî ’ulemay e’yan
xuda be řeḧmet ’îlmî pêt dawe
çi îşê başe, kam îş xirawe
herwa îrade û meylî dawe pêt
ta le katêka îşê bête řêt
le bo fî’il û terk be řoj û be şew
layê hełbigrî be te’îynî ew
qudretî dawe û etwanî bîkey
her layê be meyl teřcîḧê bidey
em sê sîfetey me’lûm û mewcûd
dawnî be to xalqî me’bûd
lebo her îşê be to bête cê
em sîfetane ḧazirin lewê
dey muqareney îrade û qudret
legeł îşeket kesbe be sîḧḧet
payey tołeye û mayey cezaye
çunkî sebebî xelqî xudaye
sebebî xelqî «ribّ ali’badErebî»e
bo fî’lî ’îbad be nehcî ’ade
serfî qudret û îradey beşer
her xuda eyka bibe baxeber
feqet meḧelle însan û perî
emeye me’nay kesbî eş’erî