babetî5

kesbî maturîdî
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 1 Xulek  795 Dîtin
ema be fîkirî şêxî maturîd
kesbî mukellef wa’ekirê teḧdîd
serfî îrade û qudrete bo kar
însan lem serfa fa’île û muxtar
çunkî em serfe be me’na îsnad
esere lebo qudretî ’îbad
hem sebebîşe bo xelqî xuda
begwêrey ’adet baş bibe aga
to xeyał nekey ke maturîdî
xelelê ega ewlay tewḧîdî
çunkî ew serfe î’tyadîye
le mewcûdatî e’yanî nîye
te’sîr lew serfa nabê be îcad
«walilّh alhadî tirîq alirّşadErebî»
fîkirî ustad û qazîş bibîne
fîkirî ’alman nûrî mubîne