babetî5

pirdî «sirat»
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 3 Xulek  740 Dîtin
ca înca katî hat û nehate
wextî ’ibûrî pirdî sîrate
ke řakêşrawe leser cehennim
bo xirap û çak cahîl û ’alim
barîktir le mû tîjtir le ełmas
cêy îmtîḧane lebo cînin û nas
’ibûr bew pirda be řay ḧeqîqet
beqed ’ibûre be řêy şerî’et
be’zê mukellef lêy ekewne xwar
le cehennima ebin giriftar
kafir hemîşe û musułman bepêy
tołey gunahî, ca der’eçê lêy
musułmanî pak dił řûnak be nûr
zor be asanî lêy eken ’ibûr
be’zê wekû bay weştî beharan
be’zê bewêney şořeswaran
be’zê bewêney tîşkî tîjî berq
be henaseyek ebřê ẍerb û şerq
şer’e mîsalî em sefa û seyre
her ehlî şer’e ’aqîbet xeyre
***
ke ’ibûryan kird komełî mes’ûd
gişt gird ebnewe le «ḧuz almurudErebî»
awî ew ḧewze sipîtir le şîr
bonî xoştire le mîsk û ’ebîr
yekê hezar sał le cehennim bê
gîrodey derd û êş û elem bê
ke geyye ewê zor mesrûr ebê
sîney be sefa û saḧêb nûr ebê
herkes lêy xwardo cîn bê ya beşer
qet tînûy nabê be nessî xeber
dey me’lûm eka «şeraba tehûrErebî»
noş ekirê lebo lezzet û sirûr
paş «ḧuz almurud» eřone beheşt
herkes le cêy xoy des eka be geşt
qesrî bêqsûr, baẍî bêxare
«ruḧ alirّyaḧînErebî» guł û gułzare
xoşî way heye ne gwê bîstûye
ne be dił xeyał, ne çaw dîtûye
dostî arezûy dostêkî bika
le ’erzî řêda em be ew ega
herçî to biłêyt keme le te’rîf
herçî binûsît naga be tewsîf
herçî ke bika nefist arezû
ḧazre lelat fewren zû be zû
e’lay nî’metî beheşt bo îslam
bînîne be çaw bo xuday ’ellam
«wucûhٌ yewْme’îzٍ nazîreةErebî»
çunke «îylî rebîّha nazîreةErebî»
ḧezretî mewlay saḧêb nibuwet
beyanî kirduwe nî’metî řu’yet
qursî mang bînîn be çwarde şewe
remzî teşbîhî bînînî ewe
çunkî musułman egen be beqa
nûranî ebin be nûrî lîqa
zeřřatî wicûd be nûrî şihûd
nûranî ebê be feyzî me’bûd
gişt sermest ebin be tecellay zat
gişt serbest ebin be cîlwey sîfat
emeye mebes, emeye meram
emeye en’am, emeye îkiram
xwa beşman bida alem lîqaye
lem cîlwey feyze û bînînî xwaye
be paye û mayey serwerî îslam
«’ilîh alsّlaة, ’ilîh alsّlamErebî»