babetî4
pirsyar û ’îtabî xway te’ala
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
1 Xulek
676 Dîtin
paş eme xuday ’elîm û xebîr
dête ser ’îtab le ehlî teqsîr
pirsyar eka le cîn le beşer
bo bêbaweřî û bo kirdewey şeř
le pêẍemberan bo wez’î ’îbad
le xisûs wez’î teblîẍ û îřşad
le ’ulemakan epirsê yekser
le emrî me’rûf, nehî le munker
herwa le ummet epirsê be ’am
leser îta’ey ’ulemay e’lam
epirsê be qehir le ehlî bîd’et
leser îzharî zîddî şerî’et
înca emir eka be cezay çakan
hem be ’ezabî destey napakan
meger meşmûlî ’efû meẍfîret
her be řeḧmî xwa ya be şefa’et