babetî13

řîsaletî ḧezret ’am bû
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 3 Xulek  832 Dîtin
’elawey sabîq bizane yeqîn
ḧezret řeḧmet bû lebo ’alemîn
bû be pêẍember şahî «xîr alnّasErebî»
lebo terbîyey hemû cînin û nas
bangî kird bo dîn řeş û sipî û sûr
kaẍezî nûsî bo nizîk û dûr
kaẍezekanî de’wetnamey ew
hemû aşkiran be nûr û piřtew
emma ẍeyrî ew le pêẍemberan
heryek bo cem’ê řewane kiran
adem bo zumřey ewlad û eḧfad
şîs bo ser bira û biraza û ewlad
îdrîs bo fîrqey ewladî qabîl
nûḧ bo komełê bit xwahî ’elîl
hûd bo qewmî ’ad, sałḧ bo semûd
îbrahîm boser tayfey nemrûd
lût bo tayfey serkêşî sermest
bê şerim û edeb, faḧîşe perest
îsma’îl boser ’erebî ḧîcaz
îsḧaq bo ehlî şamî be î’zaz
ḧezretî ye’qûb bo ehlî necřan
bo men’î kufir û esbabî xusran
yosif le mîsra bo qîbtîyekan
eyyûb le şama bo ehlî ḧewran
«zwalkifil» beşîr bo tayfey řûm
şu’eyb bo ehlî medyenî meḧrûm
hem bo «asḧab al’eykihErebî»y bêtemkîn
fewtan be seyḧey behêz û ẍemgîn
mûsa bo qewmî benî îsřa’îl
hem bo ser qîbtî û fîr’ewnî ’elîl
ḧezretî yûşe’, ilyasî celîl
paş ew elyese’, paş ew îşmûyl
dawud, suleyman, ’uzeyrî celîl
muřsel bûn boser benî îsřa’îl
yons bo ehlî xakî neynewa
îmanyan hêna sed hezar bała
zekerya û yeḧya, hem ’îsay celîl
şem’ûn bo fîrqey benî îsřa’îl
hemû me’lûmin be «’ilim alîqînErebî»
lelay ewane ’almin be dîn
***
leber şerefî ew şay merdane
ummetî çaktir le ummetane
însanî ’aqił baş xeberdare
gewreyî deste leber serdare
delîlî neqłî bêxîlaf û bas
«xeyْre ewmeّةٍ ewxْrîcetْ lîlnّasErebî»
delîlî ’eqłî waye mufesseł
şerafet ḧesre le ’îlim û ’emeł
kemałî ’îlmî bo ehlî îslam
le î’tîqada bo dîn û eḧkam
payey geyşte ewcî ’ezemet
mexsûs bo fîrqey ’ulemay ummet
’emeł ya be dił ya be zimane
yaxud be baqî e’za û erkane
be dił û ziman nayewê îsbat
lepaş î’tîqad be zat û sîfat
ew tenzîhat û teqdîse tame
ke řuknî dînî qewmî îslame
ew cezim û yeqîn bêşubhe û řeybe
ew î’tîqad û ewza’î ẍeybe
ew du’a û zîkire û ew îstîẍfare
ew tîlawete ke berqerare
bo hîç ummetê nebwe be dewam
îlla bo qewm û mîlletî îslam
***
’emeł be erkan wekû ’îbadet
yaxud asarî exlaq û sîret
wekû ẍîret û şeref û wefa
wekû řastî û semaḧ û sefa
wekû serfî mał bo řêgey îřşad
wekû hîcret û nusret û cîhad
herkes bizanê tarîxî eyyam
ezanê payey bo qewmî îslam
be xisûs esḧab û tebeqey selef
weryan girt ewcî serberzî û şeref