babetî6

kê nuxte û î’rabî qur’anî dana?
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 2 Xulek  568 Dîtin
elfazî qur’an bênuqte û i’îrab
da’îr bû lenaw efradî esḧab
çûn î’tîmadyan leser te’lîm bû
diłyan bo de’bî ḧezret teslîm bû
katê perey send îslam le ’alem
têkeł bûn be yek ’ereb û ’ecem
«zyad»y «abin abîhErebî»y meşhûr
ře’îs û walî bo besrey me’mûr
baş têyan geyand terîqî sewab
waye dabnê bo qur’an î’rab
înca emrî kird be «abwal’esudErebî»
î’rabî dana be nuxtey mufred
em wez’e mawe ta ’ehdî «ḧicacErebî»
’amîlî ’êraq bo dexił û xeřac
emrî kirde ser «nisir bin ’asimErebî»
hem «yiḧîyErebî»y kuřî ye’merî ’alim
nuxteyan dana be taq û be cût
bo ḧerfî menqût, me’lûm û mezbût
nuxtey qedîmyan gořî be î’rab
bo def’î ẍełet le quřay kîtab
îtir herweha xutûtî kûfî
mayewe leser şikłî me’rûfî
heta sêsed û kesrêkî hîcrî
ke «abin muqilhErebî» kirdî be «besrîErebî»
înca ḧirûfî mesḧefî ’usman
herçî nûsrabû bêzyad û nuqsan
be şikłî besrî hemûy nûsra
qur’an be besrî îstînsax kira
bo ew ḧerfaneyş tewqîf esase
xarîcî îsim û řesmî qyase
kes ḧeqî nîye bo zyad û kem
ḧeq îttîba’e «walilّh a’ilimErebî»
em muxteserem lem babe nûsî
lebo xizmetî qur’anî qudsî
xuda nûrî qur’an bika be yarman
saḧêbekeyşî be tikakarman
le muşkiłatî dunya û qyamet
řizgarman bika saẍ û selamet