babetî3

îmanî teqlîdî be kar dê ya ne?
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 1 Xulek  629 Dîtin
be teqlîdî ẍeyr be qewlî cimhûr
îman yête cê be tîbqî meşhûr
feqet eş’erî îmamî celîl
ełê pêwîste bo îman delîl
be’zê ’ulema be wechî teḧqîq
lem beyna eken teqrîb û tewfîq
ḧemil eken qewlî cimhûrî celîl
leser teqlîdî û îcmalî delîl
ře’î eş’erîş ḧemił eken leser
teqlîdêkî řût, bê fîkir û nezer
me’lûme eme ze’îfe û ’elîl
çunka lazme «fî alcimilErebîe» delîl
ba neybê quwey beḧis û îstîdlal
bo ředdî ehlî şeẍeb û cîdal
waqî’en ’aqił bê delîl nabê
be teqlîdî řût qet zelîl nabê
wekû bîstûme şexsî deştewan
hate dem wekû pyawêkî zor zan
îtsidilalî kird bo bûnî xuda
be cê pêy însan le ’erzî řêda
wekû bo tewḧîd kurdêkî cesûr
kirdî be delîl aşî bêstan sûr
heta yekê bû aşewanekey
ḧîsab ne’ekira arde şanekey
îmřo dû beşe û aşewan duwe
ew aşe başe bê aw nustuwe