babetî2

basî îman
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 1 Xulek  944 Dîtin
be qewlî cimhûr le mutekellîmîn
zumřey fuqeha hem muḧeddîsîn
îman tesdîqe û řeftar û îqrar
sê cuz’in bê yek nakirên î’tîbar
lelay be’zêkîş tesdîqe û îqrar
tya daxił nîye ’emeł û řeftar
emma be qewlî gişt muḧeqqîqîn
esḧabî ’îlim û eřbabî yeqîn
îman tesdîqe be me’na baweř
bewey hênawye řesûlî serwer
be gwêrey tefsîl bo mufesselat
be gwêrey îcmal lebo mucmelat
xarîcî ewe řeftar û îqrar
bełê lazme îqrar bo asar
yanê bo îcray ḧukmî dîn leser
herkes mu’mîne be dînî serwer
em tesdîqîşe ’îlim û ’îrfane
keyfî nefsanî şexsî însane
ebê teslîmîş legeł ewda bê
bê řeza û teslîm mu’teber nabê
ba baweř bika ke qisey řesûl
be nehcî waqî’ sabte û meqbûł
ke ’înadî kird le řeza û teslîm
ḧetmen kafre be şer’î selîm
eme teḧqîqî ’ellamey «se’dErebî»e
beme ḧel ebê çen şubhe û ’uqde